Parlamenterekî HDPê: Kurdan di referandomê de ji tirsa dengê “erê” dan!
Parlamenterê HDPê Dengîr Mîr Mehmet Firat li ser referandoma Tirkiye ya li ser sîstema serokatiyê, ku roja 16 vê mehê hat encamdan, axivî û got, encamên referandomê şêlû ne ji ber ku di wê referandomê de ti kes bi ser neket ji ber wê jî êdî rêvebirina welêt dê bi zehmet be.
Dengîr Mîr Firat behsa dengên kurdan jî kir û got, piraniya kurdan gotin “na” lê dema tu bi çek û hêz û fermande û qaymaqam ve li ber deriyên kurdan daxwaza dengan bikî û bêjî “eger hûn deng nedin ti tişt ji we re nayê kirin!” wê çaxê kurd dê çi bikin! Dê bi neçarî dengê “erê” bidin!
Wî parlamenterê kurd yê HDPê anî ziman, yên ku dibêjin dengên “erê” yên kurdan ji bona wê ye pêvajoyeka nû ya aştiyê dest pê bike, di xeletiyê de ne ji ber ku ti hêviyek wisa nîne û pêvajoyeka din jî dest pê nake, kurdan tenê ji tirsa dengê “erê” dane!
Referandoma sîstema serokatiyê roja 16 vê mehê hat encamdan. Di referandomê de eniya “erê” bi pêşengtiya AKP/Erdogan li hember eniya “na” bi ser ket. Lê CHP û HDP ji encamên referandomê razî nîn û AKP bi sextekariyê tohmetbar dikin.
Basnews
