Li Qilabana Şirnexê şer derket û du Efserên artêşa Tirk hatin kuştin
Îro danê sibê li devera Qilabanê ya Şirnexê, ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye, di navbera hêzên Tirkiyê û çekdarên PKKê de şer derket.
Li gorî medyaya Tirkiyê, di wî şerî de herî kêm 2 Efser hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
