• Saturday, 21 February 2026
logo

Heşda Şeibî bi kincên artêşa Iraqê li Mûsilê baregeh û husêniyan vedike!

Gulan Media April 22, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî bi kincên artêşa Iraqê li Mûsilê baregeh û husêniyan vedike!
Hat zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) li bajarê Mûsilê, erd û zeviyên welatiyên sunnî bi zorê dikirrin û dikin baregeh û husêniye.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji par payîzê ve heta niha didome. Beşek mezin ji Mûsilê hatiye rizgarkirin, tenê çend tax mane.

Heftenameya Bas ji zarê berpirsekî serbazî li Mûsilê eşkere kiriye ku çekdarên Heşda Şeibî, bi kincên artêşa Iraqê derbasî nav bajêr bûne û li wan tax û cihên ku hatine rizgarkirin, bicîh bûne.

Li gorî wê nûçeyê, milîsên şîe bi taybet çekdarên Esayîb Ehlê Heq, bi zorê welatiyên sunnî neçar dikin erd û zeviyên xwe bifroşin, paşê li wan deran baregeh û husêniyeyan çêdikin.

Çavdêrê siyasî û pisporê serbazî Mihêdîn Yûnis li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, Heşda Şeibî di bin bandora Îranê û şîeyên Iraqê de ye û daxwaziyên Îranê bicîh tîne. Pilana wan tenê girtina Mûsilê nîne, ew dixwazin ew cihên ku şîe lê hene, bixin destê xwe. Çi li Lubnanê be çi li Sûriye û Iraqê be da ku “Hîlala Şîe“ ava bikin.

Mihêdîn Yûnis aniye ziman ku êdî DAIŞ li Mûsilê xilas bûye êdî dora Heşda Şeibî û şîeyan e. Yûnis wiha gotiye, Îran dixwaze xwe bi Iraq, Sûriye û Lubnanê ve girêbide ji ber wê jî bi rêya peyayên xwe li Mûsilê baregeh û husêniyan vedike û xwe li wir bicîh dike.

Li gorî wî çavdêrê siyasî, divê kurd hişyar be û xwe bo rûbirûbûna her bûyerekê amade dike, her çiqas Barzanî zû pê hesiya ji ber wê jî beriya şerê Mûsilê daxwaza rêkeftinekê bo Mûsilê kir lê kesî xwe neda ber.

Basnews
Top