• Saturday, 21 February 2026
logo

Serkirdeyên YNKê ligel Tirkiyê behsa hevahengiyê dikin

Gulan Media April 21, 2017 Nûçe
Serkirdeyên YNKê ligel Tirkiyê behsa hevahengiyê dikin
Serkunsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmed Akif Înam di du rojên borî de ligel çend serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya û behsa hevahengî û qonaxa piştî referandûma guhartina destûra Tirkiyê û pêwendiyên di navbera herdu aliyan de kirin.

Li gor daxuyaniyeke Nivîsgeha Rojnamevanî ya Kusret Resûl, îro Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Serkunsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmed Akif Înam kir û di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirin û tekezî li ser girîngiya pêwendiyên herdu aliyan de kirin.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa qonaxa piştî referandûma Tirkiyê ya bo guhartina destûrê kirin û Kusret Resûl tekezî li wê yekê kir, ku pêwîst e îro û di dahatûya Tirkiyê de rola Kurd li ber çavan were girtin û maf û azadiyê bo wan were dabînkirin.

Ji aliyekî din ve, duh endama Polîtbîroya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û Serkunsulê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmet Akif Înam li Silêmaniyê civiyan. Li gor medyayên YNKê, di hevdîtinê de rewşa siyasî, ewlehî, aborî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin gotûbêjkirin.

Her di wê hevdîtinê de, Hêro Îbrahîm Ehmed, Serkunsulê Tirkiyê û çend endamên malbata Talebanî û Îbrahîm Ehmed amade bûn. wek hatiye aşkerekirin, her yek ji Aras Şêx Cengî Berazî Talebanî, Hetaw Îbrahîm Ehmed beşdarî civînê bûbûn.

K24
Top