• Saturday, 21 February 2026
logo

Şêwirmenda Esed: Êrîşa Amerîka li ser Sûriyê dubare nabe

Gulan Media April 21, 2017 Nûçe
Şêwirmenda Esed: Êrîşa Amerîka li ser Sûriyê dubare nabe
Şêwirmenda Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehandin ku, êrîşa Amerîka li ser Sûriyê nayê dubarekirin.

Derbarê vê yekê Şêwirmenda Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed, Buseyna Şaban di hevpeyvînekê ligel kenala “Meyadîn” de ragihand, êrîşa Amerîka ya li ser Sûriyê yak u, li ser balefirxaneya Şiêrat hatiye kirin careke din nayê dubarekirin.

Herwiha Şaban got ew gûman nake Amerîka û Rûsya dixwazin şerê cîhanî ya sêyem enacam bidin. Aşkere kir tenê Amerîka dixwaze helwesta xwe li Sûriyê bihêz bike.

Ji aliyeke din ve derbarê êrîşa gundê Xanşêxûn Buseyna Şaban tekez kir jî, bûyera hatiye kirin li ser Xan Şêxonê bûyreke çêkirî ye.

Berî niha Rêxistina Navneteweyî ya Dijberê Bikaranîna Çekên Kîmyawî (OPCW) diyarkir ku, hate eşkerekirin: Rejîma Suriye bû, ku li Xan Şêxûn çekê kîmyawî ji cureyê Sarîn bikar anîye.

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

Basnews
Top