• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şanda hevbeşa Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya

Gulan Media April 21, 2017 Nûçe
Serok Barzanî li gel şanda hevbeşa Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya
Roja pênçşem 20.04.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda hevbeşa Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn civiya.

Li civînê de raspardeyên Serok Barzanî yên ji bo rêxistina navê Pêşmergeyan û berçavgirtina dadperweriya li pêdana mûçe û musteheqatên Pêşmerge guftûgo kirin. Her wiha şanda mîhvan gileyî û kêşe û girift û daxwaziyên Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn û komek pêşniyarên baştirkirina jiyan û rewşa guzeraniya Pêşmergeyan xisterû.

Her li vê civînê de Serok Barzanî tekez li ser palpiştîkirina daxwazên Pêşmerge û Dezgeha Eylûl û Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn kir û eve jî xisterû ku hîç cûdahiyek li navbera Pêşmerge da tûne û Pêşmerge Pêşmergeyê Kurdistane û Pêşmergeyê hîç hizb û partiyek nîne. Li beşekî dinê vê civînê de biryara ji bo çareseriya kêşeyan dan û civînek li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdaran da bê kirin.

Top