• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir

Gulan Media April 21, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sernivîskar û rojnamevan û karmendên kovara Gulan

Silav û rêz..

Bi helkefta bîst û sêyemîn salvegera derçûna kovara Gulan germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên xweşdivî û delal dikim.

Bi xweşhaliyê ve li sayeya azadiyê karê medyayî li Kurdistanê, hejmareke zêdeyê kanalên ragihandinê nivîskî, bihîstin û dîtinê li Kurdistanê hene ku dikarin xizmetekî zêde bi doza rewaya gelê me bikin û dengê rewayê mafên me bigihînin dinyayê. Erkê hemû ragihandinane li vê qonaxê da pişt û penaya gelê xwe bin û rê li wan hewlên dijminkarane bigrin ku dixwazin bawerî û bawerî bi xwebûna take kesê Kurdistanî lawaz bikin.

Kovara Gulan yek ji wan navendên medyayiyane li cem xwêndevanên xwe xwedî seng û baweriye û wekî çawa buye pirek ji bo nêzîk kirina rewşenbîrên Kurdistan û derve û nêrînên wan vediguhezê, bi heman awayî jî li xizmet kirina hesta niştîmanperewerî û bihayên bilindên gelê me bi başî erkê xwe bi cîh digihîne.

Destxweşiyê li we dikim û hêvîdarim sala nû ya temena kovara we, sala berdewamî û pêşketin û serketina zêdetir bê.

Mesûd Barzanî
20/4/2017
Top