Li Hengarya konferanseke navdewletî bo jenosida gelê Kurd
konferansa taybet bi jenosida gelê Kurd, Ermen û Cihûyan îro dest pê kir û 3 rojan berdewam dike. Akademesyen û rewşenbîrên welatên cîhanê yên di warê jenosidê de kar dikin, bi taybet ewên ku lêkolîn li ser pirsa Kurd kirine û şarezayî dîroka Kurd in tê de beşdar in.
Di konferansê de hewl tê dayîn ku jenosida gelê Kurd li ser asta navdewletî were çespandin.
Herwiha di konferansê de behsa jenosida Ermen û Cihûyan tê kirin û şandeke zanîngeha Selahedîn ya Herêma Kurdistanê beşdarî konferasê bûye û çendîn lêkolîn derbarê nasandina jenosida Kurd li ser asta navdewletî pêşkêş dike.
