• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka: Îran welatê herî mezin yê piştevanîya terorê dike

Gulan Media April 20, 2017 Nûçe
Amerîka: Îran welatê herî mezin yê piştevanîya terorê dike
Wezareta derveya Amerîka di nameyekê da ji bo kongrêsa welatê xwe amaje kirîye ku komara îslamî ya Îranê, pabendî rêkeftina etomî bûye, lê berdewame li ser piştevanîkirina terorê.

Wezareta derve ya Amerîka belav kirîye ku nameyeka wezareta wan derbarê Îranê gihiştîye kongrêsê û têda amaje kirîye ku wan lêkolîn li pêgîrîya Îranê bi rêkevtina etomî kirîye ku li sala 2015 hatîye îmza kirin û dîyar bûye ku heta niha jî, Îran pabendî bi bicîhanîna bendên rêkeftinê ye.

Di berdewamîya nameyê da piştevanîyên Îranê bo komên terorê dike û aşkere kirîye ku Îran ji wan welatên piştevane ku di rêzbenda destpêkî daye û piştevanîyê li piranîya komên terorê dike.

War,tv
Top