• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Herêma Kurdistanê şandeke 120 kesî li Amedê ye

Gulan Media April 19, 2017 Nûçe
Ji Herêma Kurdistanê şandeke 120 kesî li Amedê ye
Li Amedê 8emîn Pêşangeha Çandinî û Ajelvanî ya Rojhilata Navîn di 18ê Nîsanê de dest pê kir dê heta 22yê Nîsanê berdewam bike. Ji Herêma Kurdistanê şandeyeke 120 kesî ji bo şopandina pêşkeftinên nû yên di warê cotkarî û ajelvaniyê de li vir amade ne.

Di pêşangehê de 103 fîrmayên xwemalî û 218 karsazên welatên derekî jî amade ne. Herwiha şandeke qelebalix a ji Herêma Kurdistanê ji bo pêşketinên dawîn ên di warê rêncberî, cotkarî û ajelevaniyê de wekî vexwendiyên fermî pêşangehê dişopînin.

8emîn Pêşangeha Çandinî û Ajelvanî ya Rojhilata Navîn li Amedê li Navenda Kongre û Pêşangehan TUAYPê dest pê kir. Pêşangeh bi hevkariya parêzgarî, şaredarî û jûrên pîşesazî û bazirganî yên Amedê tê lidarxistin. 103 fîrmayên ku di pêşangehê de beşdar in ji eleqeya mezin a cotkar û ajelvanan xweşhal in.

Rêveber û endezyarê fîrmayek çandiniyê Eyub Sagir ji Rûdawê re wiha got: “Par ji ber şer û ewlekariyê pêşangeh tune bû. Îsal vebû. Lewma cotkar û rêncberan par nikarîbûn têvel û cor û pêşkevtinên nû yên amar û berhemên çandinî bibînin. Ji ber vê yekê îsal pir qelebalix e. Em jî ji bo vê baldarî û eleqeyê gellekî kêfxweş in. Fîrmaya me jî tovên çandiniyê hildiberîne.”

Herwiha çavdêr, karsaz û berpirsên Herêma Kurdistanê jî vê pêşangehê ji nêzîk ve dişopînin. Ji Hewlêr, Silêmanî û Duhokê şandeyeke 120 kesî ji bo şopandina pêşkeftinên nû yên di warê cotkarî û ajelvaniyê de li vir amade ne.

Alîkarê Şaredarê Duhokê Endazyar Xalîd Silêman jî got: “Wekî Rêveberiya Giştî ya Bajarvaniya Parêzgeha Duhokê me ferz anî ku wekî şandekê ji Herêma Kurdistanê beşdarî di vê pêşangehê de bikin ji bo haydarbûna nûtirîn tiştên ku di warê kiştûkalî de berhem hatine. Herçend em bajarvanî ne jî lê me gellek tişt di vê pêşangehê de dîtin ku peywendiyeke xwe ya rastewxo bi bajarvanî re heye. Me divê em seh biken ku çi tiştên nû hene ku ligel xwe bibin Kurdistanê.”

Ne tenê ji Başûrê Kurdistanê, ji Erebistana Siûdî, Bahrên, Iraq û Îranê jî nêzîkî sed karsaz û berpirsên wan welatan beşdarî pêşangeha çandinî û ajelvaniyê bûne.

Rêveberê Lijneya Çandinî û Ajelvanî ya Riyadê Macîd Xamîs jî got: “Kelûpel û berhemên têkildarê çandinî û ajelvaniyê yên li pêşangehê pir baş û nû ne. Amarên ku me li vir dîtin gellek pêşketî ne. Em bi xwe ji Erebistana Siûdî hatine Amedê ji bo ajelan û alifên ajelan bikirrin û bibin.”

Ne tenê ji Amedê ji bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî ajelvan, rêncber û cotkar bi veguhestina 600 otobêsan di pêşangehê de amade bûne.

8emîn Pêşangeha Çandinî û Ajelvaniyê digel ravekirin û pîşandana kelûpel û berhemên çandinî û ajelvaniyê bi çalakiyên cor bi cor dê heta 22ê Nîsanê berdewam bike.

Rudaw
Top