• Saturday, 21 February 2026
logo

Di nav PKKê de kûdeta li dijî Ocalan tê kirin

Gulan Media April 19, 2017 Nûçe
Di nav PKKê de kûdeta li dijî Ocalan tê kirin
Tê gotin ku di nav PKKê de, ew rêveber û rayedarên ku hizra wan ya netewî heye û nêzîkî Ocalan in, tên dûrxistin, herî dawî jî endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan xistine bin çavdêriyê.

Nivîskar û rojnamevanê kurd Hoşeng Osê îro li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, Qendîl bi wê yekê hesiyaye ku hinek kes dixwazin deriyekî di navbera Ocalan û Erdogan de vekin ji ber wê jî Cemîl Bayik wisa kir ku Murad Karayilan, ku kesekî nêzîkî Ocalan e û hizra wî ya netewî bihêztir e, neçar bimîne bi tundî Tirkiyê tehdîd bike. (Qesta wî gotara Karayilan ya Newrozê ye).

Hoşeng Osê her wiha daye xuyakirin ku Murad Karayilan, ji ber ku hizra wî ya netewî heye û dikare bi rayedarên Kurdistana Iraqê re rûnê, ji aliyê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Mistefa Qeresû ve ketiye bin çavdêriyê. Niha Ocalan êdî kontrola xwe li ser PKKê ji dest daye. Jixwe Ocalan daxwaz ji Erdogan kiribû beriya ku PKK ji bin kontrola wî derkeve û bikeve bin bandora welatên derdor, çareyekî ji pirsgirêka kurd re bibîne.

Osê di dawiyê de ragihandiye ku her bûyerek xirab derheqê mesela kurd de li Tirkiyê biqewime, gunehê wê di stûyê Erdogan de ye ne Ocalan.

Basnews
Top