• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkiye: Trump li dijî PKKê soza hevkariyê da Erdogan

Gulan Media April 18, 2017 Nûçe
Tirkiye: Trump li dijî PKKê soza hevkariyê da Erdogan
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva Duşemê 17-04-2017, bi pêwendiyeke telefonî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan axivî û soza hevkariya li dijî PKKê da.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber serkeftina di referadûma guhertina destûra Tirkiyê de, pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Medyaya Tirkiyê ragihand, ku axaftina Trump û Erdogan 45 xulekan berdewam kiriye.

Çavkaniyên ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê zanyariyên derbarê naveroka vê peywendiyê de eşkere kirin û ragihandin, ku Trump ji Erdogan re gotiye, “Hîn gelek kar hene em bi hevre bikin. Li dijî PKKê emê ji nêzîk ve hevkariya Tirkiyê bikin. Herwiha li Sûriye û Iraqê jî karên me yên hevbeş dê zêdetir bin.”

Li gorî çavkaniyên Tirkiyê Trump ji ber alîkariya Tirkiyê ya di mijara Sûriyê de spasiya Erdogan kiriye, ew weke serokekî bi hêz ê herêmê wesif kiriye û gotiye; “Em nikarin li hember êrîşên Esed zêdetir bê deng bimînin.”

Çavkaniyên Serokatiya Komarê ya Tirkiyê diyar dikin ku herdu serokan behsa rûbirûbûna hemû curên terorê û hemahengiya şerê li dijî DAIŞê kirine.

Li gorî ragihandina Koşka Spî jî herdu serokan behsa hevkariya herdu welatan di mijara Sûriye û Iraqê de kirine.

Biryare di 24-25ê Gûlanê de Trump û Erdogan di civîna NATOyê ya li Brûkselê de hevdîtinekê bikin.

Rudaw
Top