ŞINGAL – Fermandarê Kurdên Êzidî, Heyder Şeşo îstîfa kir
Endamê Encumena Navend a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Heyder Şeşo îro duşemî 17ê Nîsana 2017ê bi awayekê fermî nameya dest ji kar berdana xwe pêşkêşî Sekretariya Encumena Navend a YNK kiriye.
Encumena Navend a YNKê di daxuyaniyekê de ev yek aşkere kir û ragihand, Heyder Şeşo ji encumenê re gotiye; “Ez şanaziyê dikim ku min di nava refên YNKê de xebat kiriye. Heta ku ez mabim jî, ez xwe bi deyndarê heval Mam Celal dizanim. Di qonaxeke zehmet û dijwar de li Sûriyê, 17 endamên malbata me ji cezaya sêdaredanê rizgar kir.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Sekretatiya Eencumena Navend a YNKê nameya dest ji kar berdana Heyder Şeşo pesend kiriye.
Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de deheqê Şeşo de wiha tê gotin: “Heyder Şeşo heta îro jî hevalekî dilsoz ê YNKê bû, ji niha pê de jî di çarçoveya rêbaza Mam Celal de, ku bawerîbûna bi jiyaneke demokratîk a siyasî ye, weke dostekî nêzîkî xwe, em dê serêderiyê pê re bikin.”
Her li ser heman mijarê, Heyder Şeşo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, di demekî nêzîk de ew dê partiyeke nû bi navê “Partiya Demokrata Êzidî” ava dabimezrîne.
Heyder Şeşo got, ku rêkarên yasayî yên ji bo wergirtina muhleta karkirina partiya xwe dest pê kiriye.
Heyder Şeşo, Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê roja 8ê Adara 2017ê di pêncemîn Dîdara Silêmaniyê de, daxwaza avakirina hêzeke taybet bi Kurdên Êzidî kir, ku ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê be.
Roja 13ê Adara îsal jî Şeşo ragihand: “Ji bo ku zêdetirî 1 hezar çekdarên hêza me bikevine ser Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar hatiye dayîn, lê belê pêwîst e çek û hewceyiyên xwe werbigirin û rahênan û Perwerde bi wan were kirin.”
Heyder Şeşo ew yek jî aşkere kiribû, ku hêza wan bi tevahî tevlî Wezareta Pêşmerge bûye û ji aliyê çek û mûçe ve girêdayî vê wezaretê dibin û tekez jî kiribû, ku hêza wan ser bi ti aliyekî siyasî nabe.
Rudaw
