• Saturday, 21 February 2026
logo

Altan Tan: Erdogan deyndarê Kurdan e

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Altan Tan: Erdogan deyndarê Kurdan e
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan dibêje Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan deyndarê Kurdan e û divê deynê xwe bide.

Piştî ko encamên referandûmê eşkere bûn, parlementerê HDPê yê Diyarbekirê Altan Tan beşdarî televîzyoneke Tirkî bû û da zanîn ku Kurdan û beşek ji alîgirên HDPê dengê erê bikar anîne.

Altan Tan got ku, li gor encamên referandûmê Erdogan deyndarê Kurdan e. Kurdan Erdoganî xilas kirine û divê Erdogan wefadar be û deynê xwe bide. Ger pêvajoyek nû destpê neke dê dengên AK-Partiyê bi berdewamî kêm bibe.

Di referandûma 16ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê hejmarek zêde dengên erê derketibûn.

K24
Top