• Saturday, 21 February 2026
logo

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî:Divê referandom li Herêma Kurdistanê were encamdan

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî:Divê referandom li Herêma Kurdistanê were encamdan
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê ragehand ku, pirsa referandomê bo welatê me başe û piştgiriya xwe ji encamdana referandomê dûpat kir.

Di çarçoveya serdanekê de bo mala Serokê berê yê dîwana Çavdêriya Darayî Celal Sam Axa îro, Yekşemê 16.04.2017 Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê Selahedîn Behedîn ragehand ku, refrandom bo serxwebûna Kurdistanê bo gelê Kurd pir başe û divê were encamdan.

Herwiha Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê da zanîn ku, hemû kes li gel encamdana referandomê ne, ew jî piştevaniya referandomê dikin.

Derbarê nêzîkbûna hilbijaritên Kurdistanê Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî li Kurdistanê got ku, ew li gel hilbijaritên bêşwextin, lê divê pirsgirêkên navxweyî werein çareserbikin, herwiha hwla wê yekê bidin ku, kirîza darayî bi dawî were.

Basnews
Top