• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîrê Îraqê vê pere nede PKKê

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Serokwezîrê Îraqê vê pere nede PKKê
Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku bê agahiya serokwezîrê Iraqê di bin navê heşdî şebî de mûçe ji hêzên PKKê re hatiye şandin û naha jî di wê derbarê de lêkolîn tê kirin.
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula di derhqê mijarê de ragehand: Li ser pirsa mûçeyên ku hêzên PKKê li Şingalê bi navê heşdî şebî werdigre, me agahî dane Serokwezîr û me ji wan re got ku belge hene bi navê heşdî şeibî mûçe ji PKKê re tê dayîn li Şingalê û naha jî ew mûçe di bin navên cuda de berdewam dike û PKK mûçe werdigre.’’
Ebdullah herwaha got: Piştî kuhikûmeta Tirkiyê hin hêzên xwe vekêşa, naha beşek ji mûçeyê PKKê jî li Şingalê hatiye kêmkirin.’’
Şaxewan Ebdula wiha dirêjiî da axafrina xwe: Serokwezîrê Iraqê agahiya xwe ji wan mûçeyan nebûye, ku ji PKKê re hatiye dayîn, ji ber di dema hikûmeta Malikî de mûçe hatine dayîn, ji ber vê naha dest bi lêkolînê daye kirin û dibe di vê derbarê de biryarek bê dayîn.’’

Top