Xanesor: Bi rêya Şêxekî Erebên Sûriyê Erebên Xanesorê dibine çekdarê PKK
Endamê Encûmena Bajarê Şingalê Xelef Qasim ji BasNewsê re ragehand ku, Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) bi rêya Şêxekî Erebên Sûriyê des bi nivîsandina navên Erebên gundên ser bi navçeya Xanesorê ve dike daku, tevlî rêzên PKK bibin, da zanîn ku, ew yeke metrsiyê li ser deverê dike, ji ber ku, Erebên wê deverê destên wan di karesata 3.04.2014 ya Şingalê de hebû, niha jî her ew Erebin nahêlin Şingal bi aram be û xelkên wê vegerin navçeyên xwe.
Herwiha Endamê Encûmena Bajarê Şingalê Xelef Qasim da zanîn jî ku, heta PKK li deverê rewş aram nabe, pêwîste bi zûtirîn dem ji wê navçeyê derkeve, ji ber eve du salin bajarokê Sinûnê rizgarbûye û xelkên wê ji ber hebûna çekdarên PKK nikarin vegerin ser mal û mûlkên xwe, taybet piştî hatina wan Ereban li nav hêzên PKK metirsiya welatiya zêdetir bûye.
Basnews
