• Saturday, 21 February 2026
logo

Erdogan li ser dengên kurdan helwest nîşan da

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Erdogan li ser dengên kurdan helwest nîşan da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, li Başûrê Rojhilata Anatolyayê deng zêde bûne û ev encam ji bo serdemeke nû mizgîniyek e.

Duh 16ê Nîsana 2017an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî dengdan û aşkerebûna encamên nefermî ya referanduma guhertina destûrê konferanseke rojnamevaniyê li dar xist û di konferansê de diyar kir: “Referanduma 16ê Nîsanê dide nîşandan ku gel xwedî li îradeya xwe derket.”

Erdogan bal kişande ser dengên Bakurê Kurdistanê û got: “Bi taybetî li Başûrê Rojhilata Anatolyayê deng zêde bûne û ev encam ji bo serdemeke nû mizgîniyek e.”

Herwiha got: “Her dengên ku hatine dayîn giring in, bi taybetî dengên ku ji Rojhilatê Anatolyayê û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê giringtir in.”

Serokomarê Tirkiyê ji ber piştgiriya Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî diyar kir: “Bi taybetî ji bo HUDA-PAR a Başûrê Rojhilatê Anatolyayê, spas dikim” û got: “Li Başûrê Rojhilatê Anatolyayê gelek guhertin pêk hatin.”

Erdogan di derbarê destpêka sîstema nû got: “Sîstema serokomariyê dê 2019an de dest pê bike.” û got: “Ev referandum ji bo avakirina siberoja Tirkiyê gavek e.”

Recep Tayyip Erdogan herwiha ji welatên derve xwest ku rêz li îrada gelê Tirkiyê bigrin û got: “Em li hêvî ne ku welatên din jî li hember biryara gelê me rêz bigre.”

Erdogan herwiha li hember camewara ku jib o pîrozbahiya encama referandumê hatibûn got: “Li hember zextên rojavayê cîhanê, we stûyê xwe netewand.”

Rudaw
Top