• Saturday, 21 February 2026
logo

Çekdarên PKKê êrişî mamosteyê Kurd a naskirî kirin

Gulan Media April 17, 2017 Nûçe
Çekdarên PKKê êrişî mamosteyê Kurd a naskirî kirin
Hejmarek çekdarên PKKê li başûrê rojavayê Kurdistanê bajarê Qamişlo êriş dikin ser mamostayek kurd û li navenda bajêr heta li ser hişê xwe diçe li wî didin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, ku ji çend şahidên bûyerê bi destxistine, hêzên asayîşê yên PYDê ku çekdarên PKKê ne, êriş dikin ser mamostayê bi navê Nesredîn Seyfedîn Yusif ku rûniştvanê taxa Hî Elmuftî ya bajarê Hesekê ye.
Şahidên bûyerê dibêjin çekdarên PKKê bi darên polîs û amûrên din ve heta ku ew mamoste li ser heiê xwe diçe lê didin û ji ber vê jî ew veguhestine nexwaşxaneya bajêr.
Nesredîn Seyfedîn mamostayê zanistî yê bernameyên aborî ye û li gor şahidên bûyerê, kesek tê naskirin û rêz lê tê girtin li Hesekê û ew nizanin çima çekdarên PKKê bi wî awayî êriş li wî kirine.
Top