Baydemîr dengê xwe bikar anî
Baydemîr îro bi girîngtirîn roj ji Tirkiyê re binav kir û got: “Encam çi be, xêr ji bo Tirkiyê tê de be û vekirina rûpeleke nû be.”
Baydemîr ligel her yek ji parlementeran Sirri Sureyya Onder û Ertugrul kûrkçû li Enqerê dengên xwe bikar anîn.
Îro 16 Nîsana 2017an dengdan bo guhartina 18 xalên destûra Tirkiyê birêve diçe. 55 miyon û 319 hezar û 222 welatî mafê wan yê dengdanê hene. Bo vê mebestê 147 hezar sindoqên dengdanê hatine danîn.
AKP û MHP piştevaniya sîstema serokatiyê dikin û di referandûma îro de dengê “Erê” bikar tînin. HDP û CHP jî li dijî vê sîstemê ne û dengê “Na” bikar tînin.
K24
