• Saturday, 21 February 2026
logo

Partiyên Îslamî yên Kurdistanê peyama yekîtiyê dan

Gulan Media April 16, 2017 Nûçe
Partiyên Îslamî yên Kurdistanê peyama yekîtiyê dan
Partiyên Başûrê Kurdistanê yên weke Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê biryar dan ku li ser geşedanên herêmê, bi hev re tevbigerin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgirtuya Îslamî Selahedîn Behaedîn, Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Sekreterê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz îro li Silêmaniyê hatin ba hev. Herwiha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilmanên Cîhanê Dr. Elî Muhyîdîn El-Qeredaxî jî di civînê de amade bû.

Piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê hate lidarxistin û Selahedîn Behaedîn di derbarê vê civînê de axivî û diyar kir, qonaxa ku gihîştine, ji bo partiyên Îslamî pêngaveke dîrokî ye.

Behaedîn destnîşan kir, 3 babetên ku divê partiyên Îslamî yên herêmê li ser bixebitin hene û got: “Em weke partiyên Îslamî, biryarên me yên hevpar ev in: têkoşîna li dijî gendelî û bêdadiyê, bi çarçoveyeke serbixwe û neteweyî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û herwiha dabînkirina yekîtiya partiyên Îslamî yên Kurdistanê.”

Selahedîn Behaedîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê mijarê, emê hêj gelek caran ramanên xwe bi hev re parve bikin. Emê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe bi biryar bin. Li ser xebata hevpar, emê paşve gav neavêjin. Emê hewldanên xwe bidomînin. Ez hêvî dikim ku em her dem bi hev re bin. Eger em bi hev re gav neavêjin, em hemû dê zirarê bikin.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtuyê Behaedîn herwiha eşkere kir: “Emê bi ti awayî li gel tevgerên ku bibine sedema birakujiyê nebin. Em ji qonaxeke hesas derbas dibin.”

Weke din partiyên Îslamî yên Kurdistanê li ser nexşerêyeke 10 xalî rêkeftin kirin û amaje bi wê yekê kirin ku ew 10 xal di demeke kin de dê werin pêkanîn.

Rudaw
Top