Serokwezîrê Tirkiyê: Biryara gel taca serê me ye
Di çarçoveya giştpirsiya guhertina xalên destûra Tirkiyê de, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim demjimêr 10.35ê sibê li bajarê Îzmîrê dengê xwe bikar anî.
Yildirim piştî bikaranîna dengê xwe got; “Em niha li navçeya Menderesê ya Îzmîrê ne. me dengê xwe bikar anî. Erkê xwe yê hemwelatîbûnê bicîh anî. Îro li 81 bajarên Tirkiyê gelê me di nav aramî û biratiyê de dengên xwe bikar tînin. Hilbijartina xwe dikin. Dê bi şev encam diyar bibin. Encam çi dibe bila bibe, taca serê me ye. Biryara gelê me biryara herî ciwan e.”
Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê îro 16-04-2017 dengdana ji bo giştpirsiyê dest pê kir.
Di giştpirsiya îro de mafê 55 milyon û 319 hezar û 222 dengdêran heye ku dengên xwe bînin.
Li Tirkiyê temanê dengdanê 18 sal e. Li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 167 hezar û 140 sindoqên dengdanê hatine danîn. Ji van 461 sidoq dê li girtîngehan danîne.
Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, li derveyî Tirkiyê bi giştî li 57 welatan hemwelatiyên Tirkiyê di navbera 27-03-2017 heta 09-04-2017ê dengên xwe bikar anîn.
Bi giştî milyonek û 400 hezar kesan dengên xwe bikar anîne û rêjey beşdarbûna giştpirsiyê li derveyî Tirkiyê ji sedî 47 bûye.
Rudaw
