• Saturday, 21 February 2026
logo

Civata wezîran cejina Qiyametê li hemû kirîstiyanan pîroz dike

Gulan Media April 16, 2017 Nûçe
Civata wezîran cejina Qiyametê li hemû kirîstiyanan pîroz dike
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi germî cejina Qiyametê li xûşk û birayên mesîhî li herêma Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê pîroz dike, bi taybetî ew xûşk û birayên mesîhîyên ji encama şerê terorê, weke pêkhateyeke olî û neteweyî, mal û milkê xwe bi cî hiştine û di koçberiyê de jiyana xwe berdewam dikin. Hêviya cejineke aram û şad ji bo hemûyan daxwaz dikin. Em hêvîdar in hemû cejin û bîranîn yên bên di nav rewşeke nemana terorê, serkeftina yekcarî bi ser terorîstna de û vegerandina aramî, aşitî û avadaniyê de pîroz bikin.

Di vê cejina pîroz de, em careke din tekîd dikin ku, gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke hertim, parêzera wê lêbihurînê û pêkvejiyanê be ku bingeh û stûneke sereke ya kultura dêrîn û dîrokiya gelê Kurdistanê ye û şanaziyê pê dike. Bi tu awayî û di her rewşekê de be bila bibe, rê nade ew kultur leng bibe, Kurdistan jî ji bo heta hetayê dê xak, mal û sihwaneya hemû pêkhateyên olî û neteweyê bimîne û weke hertim pêşmerge û kurên mêrxasên Kurdistanê, bê cudahî, bi can û xûna xwe bergiriyê ji vê kulturê û tevaya pêkhateya dikin.

Careke din cejina Qiyametê li hemû xûşk û birayên mesîhî pîroz be, em hêvîdar in cejineke xweş û aram derbas bikin, cejinên bên hemû koçber û penaber bi serkeftî û serbilindê ji bo ser mal û milkên xwe vegerin û deverên azadkirî jî avadan bibin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
15.04.2017

Rudaw
Top