GIŞTPIRSIYA TIRKIYÊ - Dengdanê dest pê kir
Li 32 bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê dengdana ji bo giştpirsiya guhertina 18 xalên destûra Tirkiyê demjimêr 07.00ê sibê dest pê kir, dê dengdana li van bajaran heta demjimêr 04.00ê êvarê berdewam bike.
Li bajarên din ên Tirkiyê jî dengdêr demjimêr 08.00ê sibê çûne ser sindoqan û heta 05.00ê êvarê dê bikarin dengên xwe bikar bînin.
Di giştpirsiya îro de mafê 55 milyon û 319 hezar û 222 dengdêran heye ku dengên xwe bînin.
Li Tirkiyê temanê dengdanê 18 sal e. Li seranserê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 167 hezar û 140 sindoqên dengdanê hatine danîn. Ji van 461 sidoq dê li girtîngehan danîne.
Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, li derveyî Tirkiyê bi giştî li 57 welatan hemwelatiyên Tirkiyê di navbera 27-03-2017 heta 09-04-2017ê dengên xwe bikar anîn.
Bi giştî milyonek û 400 hezar kesan dengên xwe bikar anîne û rêjey beşdarbûna giştpirsiyê li derveyî Tirkiyê ji sedî 47 bûye.
Rudaw
