Gengeşeya li ser sistema Eyaletan berfereh dibe
Kiliçdaroglu di civînekê li Stenbolê de axifî û diyarkir “Di kûrsiya Parlementoyê de 24 saetan behs dikirin. Serokwezîr, wezîran guhdarî dikirin. Derketin meydanan û gotin: Em dixwazin her çar xalên sereke yên Destûra Tirkiyê biguherin. Hûn ji Komara Tirkiyê çi dixwazin? Hûn ji vê dewletê çi dixwazin?”
Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe, anî ziman : “Ji duhî vê gengeşeyek destpêkiriye. Çi ye?Dê Tirkiye perçe bibe yan yan na? Dê bibe sistema eyaletan an na? Ma hûn nû dibînin? Pencî caran wan ev gotiye!”
Yek ji ravêjkarên sereke yên Serokomarê Tirkiyê Şukru Karatepe diyarkiribû ku, di pêngava duyemîn de divê sistema Çînê ya eyaletan pêk were û desthilatên şaredariyan jî ji nû ve bên organizekirin”. Evan gotinên Karatepe, gengeşeyên berfereh ligel xwe anîn.
k24
