• Saturday, 21 February 2026
logo

Lehî û baran li Başûrê Kurdistanê; Rewşa dawîn

Gulan Media April 15, 2017 Nûçe
Lehî û baran li Başûrê Kurdistanê; Rewşa dawîn
Tê pêşbînîkirin, barîna baranê li Başûrê Kurdistanê heta dawiya îşev berdewam be û sibe şemiyê rewşa hewayê asayî dibe.

Ji êvariya roja pênşemî 13ê Nîsanê ve şepêleke barîna baranê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ku heta îro înê 14ê Nîsanê berdewam bû û îro li hin deveran baranek xurt barî û di encamê de lehî rabû.

Rêveberê Keşûhewa û Erdhejê yê Herêma Kurdistanê, Fazil Îbrahîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, roja şemî 15ê Nîsanê dê barîna baranê dawî pê were û tê pêşbînîkirin, ku ji îşev ve bihêziya barîna baranê kêm bibe.

Fazil Îbrahîm herwiha got, roja şemiyê tenê li sînorê parêzgeha Duhokê û deverên çiyayî egera barîna baranê bi rêjeyeke kêm heye.

Îbrahîm hişyarî da welatiyên ku mal û cihên karê wan li nêzîkî çem û rûbaran in û diyar kir, ku pêwîst e ew welatî haydar bin û ji wan deran dûr bikevin, çimku li deverên çiyayî rêjeyeke zêde ya baranê bariye û egera bilindbûna asta avê heye, ku dê bibe sedema çêbûna lehiyê.

Rêveberê Keşûhewa û Erdhejê yê Herêma Kurdistanê rênimayî da geştyraran jî û got, ku eger pêwîst nebe, rêyên ku pir li ser wan hene, bi kar nehînin û bi ti awayî jî nêzîkî çem û rûbaran nebin.

Fazil Îbrahîm herwiha amaje bi rêjeya barîna baranê li çend deveran jî kir û da xuyakirin: “Li Mêrgesorê 10 mm, li Sîdekan 97 mm, li sînorê Soranê jî di navbera 40 heta 60 mm baran bariye.”


rudaw
Top