Artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan rûxandin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger ên herêmên Şahbayê Hac Ehmed anî ziman ku êrîşên hêzên artêşa Tirkyeyê yên li ser herêmên Şahbayê didomin û got armanca vê yekê jî astengkirina yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê û guhertina demogrefiya herêmê ye.
Di warê guhertina demografiyê de Hac Ehmed îdia kir ku artêşa Tirkiyeyê 70 gundên kurdan hilweşandine û ev tişt gotin: "Dewleta Tirk herêmên Qebasîn, Raî, Cerablus û gundên Ezazê dagir kirin, şêniyên wan bi hincetên cûda jê dane koçkirin û komên alîkarên dewleta Tirk lê dane bicihkirin. Tirkiye dixwaze pêkhateyên wan herêman, bi taybetî jî gelê Kurd qir bike.″
