Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Iraqê kir
Li hevdîtinê de balkişand li ser hevxebata her dû aliyan ya li dijî rejîma Be'es li salên derbasbûyî de kir û her wiha ronahî xiste li ser wê hemahengiya serbazî û emniya ku li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê da li şerê dijî terorîstên Da'îş de hebûye. Heman demî de destxweşiyê li serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.
Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya navçeyê û Iraqê xistin ber behs û pêşveçûnên siyasiyên Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
