• Sunday, 22 February 2026
logo

‘Beşek zêde pêkhateyên cuda amadene navên xwe binivsînin ku bibin Pêşmerge’

Gulan Media April 13, 2017 Nûçe
‘Beşek zêde pêkhateyên cuda amadene navên xwe binivsînin ku bibin Pêşmerge’
Endamê encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku bi hezaran kes amadebûna xwe ragehandine ku di nav hêzên Pêşmerge de cîh bigrin û navê xwe binivsînin û navçeyên xwe biparêzin û dibêje: ‘’Em di vê derbarê de benda serokê herêmê ne.’’

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Salim Şebek ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi hezaran kes ji ciwanên pêkhateyên cuda yên sînorê rêveberiya herêma Kurdistanê û bi taybet li navçeyên hatine qutkirin û dervey rêveberiya herêma Kurdistanê xwe amade kirin ku di nav hêzên Pêşmerge de cîh bigrin û navên wan bê nivîsandin, lê ev yek girêdayiye bi rêveberiya siyasî ya Kurdistanê ku wê biryarê bide, bi taybet jî girêdayiye bi serokê herêma Kurdistanê ve.’’

Herwaha got: ‘’Pêkhateyan biryara xwe dane û careke din naxwazin kesek li wan hukim bike ku karesatên wek êrîşên DAIŞê li ser wan bên kirin, di heyama salên borî de pêkhateyên deverê bi sayeya hikûmeta Iraqê 73 car êrîş li ser wan hatiye kirin, ji ber vê jî naha daxwaz dikin di çarçoveya hêzên Pêşmerge û herêma Kurdistanê de navê wan bê tomar kirin û berevaniyê li navçeyên xwe bikin.’’

Dawiyê de jî got: ‘’Gelek ciwanên şebek û pêkhateyên cuda naha di nav hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de navên xwe tomar kirine û naha di perwerde û rahênanê de ne.’’

Basnews
Top