Partiyên Rojhilatî li ser wê pilana Malikî bi Barzanî re dicivin
Endamê polîtburoya PDKÎ Mihemed Nezîf Qadirî ji BasNewsê re axivî û got, tevahiya partî û hêzên Rojhilatî yên li Başûr, li ser wê pilana Dewleta Qanûnê ya Iraqê (şîe) bo derxistina “hêzên biyanî” ji Iraq û Kurdistanê, civiyan.
Mihemed Nezîf Qadirî da zanîn, di civîn û hevdîtinan de partî û hêzên Rojhilatî bi tundî li dijî wê pilana şîeyên Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî derketin û dan zanîn ku ew pilan li dijî Herêma Kurdistanê hatiye danîn.
Wî endamê polîtburoya PDKÎ ragihand ku dê encamên wan hevdîtinan bi rayedarên Herêma Kurdistanê re jî gotûbêj bikin û got, me niyet heye em bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û partiyên siyasî re li ser vê pilanê hevdîtin bikin. Ji ber ku pilan, pilana şîeyan e ku bi fermana Îranê hatiye dariştin.
Qadirî li ser wextê hevdîtina wan bi Barzanî re jî got, hîn roja hevdîtinê nehatiye destnîşankirin.
basnews
