Botan: Li Tirkiyê bêyî kurdan guhertin nabe
Parlementerê HDPê yê Wanê Lezgin Botan ji Rûdawê re diyar kir, ku ji 7ê Hezîrana 2015an heta niha, dewlet şerekî dijwar li ser Bakurê Kurdistanê dimeşîne û got: “Ne tenê Bakurê Kurdistanê, heta başîkê, heta Rojava, ev şer berfireh bûye, li sê parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya AKP, Tayyip Erdogan û dewleta tirk, îtifaqa Ergenekon û MHP û dewleta kûr a Tirkiye, ev şer fireh bûye.”
Botan bal kişande ser cudahiya vê referandumê û got: “Çewisandinên mezin li ser gel hene, feqet vê referandumê ji hemû hilbijartinên parlementoyê û herêmî cudatir e. Rejîm diguhere, rejîm sala 1924ê ji împaratoriyê derbasî cumhuriyetê bû, kurd hatin înkarkirin, sed sal kurdan êş û azar kêşa.”
Herwiha Lezgîn Botan destnîşan kir, ku rejîm cardin diguhere û ji bo kurdan ti tişt têde tine ye û got: “Rejîm diguhere û tiştek bo kurdan têde nîne, ev qanûnên ku kurdan înkar bikin, ser kurdan ferz e ku wana înkar bikin.”
Weke din parlementerê Wanê li ser ciyawaziya ‘Na’ya CHPê û HDPê got: “Na’ya CHP, ew dibêjin Kemalîzm û statîkoya wî bila heman eynî şeklî bidome, jixwe ew jî li ser înkara gelê kurd hatiye avakirin.
NAya kurd, ku dema red kirin, ev rejîm nikare bêyî kurdan, xwe ava bike. Rejîm ku xwe ji nû ve birêkûpêk bike, mecbûr e kurdan bibîne, mafê wan jî bête misogerkirin.”
Rudaw
