• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Têk birina DIŞIê derfet bo çareseriya mayende afirandiye

Gulan Media April 12, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Têk birina DIŞIê derfet bo çareseriya mayende afirandiye

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta derve ya Berîtanyayê bi Serokatiya wezîrê dewlet bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Tobias Martin Ellwood kir û ragehand ku têk birina terorîstên DIŞIê derfeteke başe bo çareseriyeke mayende bo tevahiya kêşeyên berê û niha yên Îraqê.
Di civînê de ku balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê û nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Berîtanyayê jî têde beşdarbûn behsa têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Berîtanyayê û pêşhatên siyasî, leşkerî û qonaxa Îraqa piştî DIŞIê hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û şanda Berîtanî tekez li ser girîngiya karên hevbeş yên bo çareser kirina kêşeyên siyasî yên ku beriya şerê dijî DIŞIê hebûn hate kirin û di vê derbarê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: Bawerî di navbera pêkhateyên Îraqê de nemaye û mezintirîn kêşe li Îraqê nebûna baweriyê di navbera pêkhate û aliyan deye lêbelê têk birina DIŞIê derfeteke baş diafirêne daku hewl bo çareser kirina mayende û rastîn ya tevahiya kêşeyên berê û yên niha yên Îraqê were dayîn.
Di beşeke din ya civîna han de behsa kêşe û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de hate kirin û Mesrûr Barzanî tekez li ser mafên welatiyên Kurdistanê kir û got: Vê îsal Kurdistanî bo ragehandina serbixweyî diçin refrandomê, jiber ku dema vê yekê hatiye û part û aliyên siyasî guhdariya daxwazên xelk bikin.
Ji aliyê xwe ve jî Tobias Martin Ellwood balkêşande ser biryara hikûmeta Berîtanyayê ya bo pêşkêş kirina piştîwaniya leşkerî bo hêzên pêşmerge û tekez li ser dom kirina ew piştîwaniya han kir.
Ellwood herwiha pêngavên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên heyî yên li Kurdistanê de jî bi girîng wesif kir û got: Dibe ku Kurdistan bibe nimûneyeke baş ya demokrasiyê.
Di dawiya hevdîtina han de her du aliyan tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên du alî yên di navbera Berîtanya û Kurdistanê û herwiha dostatiya navbera Kurdistan û Berîtanyayê di şerê dijî terorê de kir.
Top