Serokwezîrê Kurdistanê û Îbrahîm Ceferî civiyan
Di civînê de Ceferî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê diyar kir û anî ziman ku Kurdistan beşeke girîng ya Îraqê ye û jiber hemahengiya navbera Kurdistan û Îraqê terorîstên DIŞIê rastî şikesteke yekcarî hatine.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku Kurdistan hewl bo vê yekê dide daku li gel artêşa federal ya Îraqê de Îraq û deverê ji metirsiyên terorîstan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku baweriya Kurdistanê hertim bi vê yekê hebûye ku bo çareser kirina kêşeyên heyî li gel Bexdayê di nava diyalog û danûstandinan de be.
