Hinartina petrola Kerkûkê bo Tirkiyê hat sekinandin
Duh hat gotin ku hinartina petrola Kerkûkê bo bendera Ceyhan ya Tirkiyê hatiye sekinandin.
Li ser vê mijarê, endamê encumena Kerkûkê Fuad Husên ji televîzyona K24 re gotiye, li Bakûrê Kurdistanê boriya petrolê tûşî kêşeyekî bûye ji ber wê jî hinartina petrolê hatiye sekinandin.
Fuad Husên her wiha got, ji ber wê jî dibe ku çend rojan petrol neyê hinartin.
Heta niha hikûmeta Tirkiyê li ser wê bûyerê ti daxuyaniyek nedaye.
basnews
