AMED - Li avahiya rêveberiya polîsan teqîn pêk hat
Li gorî agahiyên destpêkê li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Rêveberiya Ewlekariya Bajêr a li Baxlarê di dema temîrkirina panzêrê da ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn teqîn çêbû.
Bi bandora teqînê gelek avahiyên derdorê zirar dîtin û gelek ambulans ber bi cihê teqînê ve çûne. Bi şideta teqînê aliyekî avahiya polîsan hilweşiya û di avahî û wesayitên li der û dorê de zirar çêbû.
Herwiha li gorî ajansa Reutersê di encama teqînê de herî kêm 5 kes birîndar bûne.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Piştî ambulansan birindar rakirin nexweşxaneyê bi sedan polîsan jî tedbîr girtin. Liv û tevgera ambulansan didome.
Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtine.
Agahiyên zêdetir tên…
Rudaw
