Seroka firaksiyona parlamenterên turkmen: Turkmen dixwazin Kurdistan bibe dewletek serbixwe
Serok firaksiyona parlamenterên turkmen li parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ji BasNewsê re got, ti partî û pêkhateyeka Kurdistanê bi tenê xwedanê referandoma serxwebûna Kurdistanê nîne jiber ku ev mijar hemû xelkê Kurdistanê eleqedar dike.
Muna Qehweçî he rwiha got, turkmenên Kurdistanê bi her awayî piştgiriyê didin referandoma serxwebûna Kurdsitanê û alîgirên dewleta Kurdistanê ne.
Seroka firaksiyona parlamenterên turkmen bang li hemû partî û welatiyên turkmen yên Kurdistanê kir tevlî hemû civîn û xebatên ku li ser referandomê tên kirin, bibin.
Şanda hevbeş ya YNK û PDKê îro bi partî û nûnerên turkmen û mesîhiyên Kurdistanê re li ser referandomê civiyan. Eniya Turkmenî tevlî civînê nebû û civîn baykot kir.
Muna Qehweçî li ser vê yekê jî axivî û got, ew reftara Eniya Turkmenî rast nîne û tê wateya bêhurmetîkirin li hember helwesta turkmenên Kurdistanê. Ez ji wan dixwazin dest ji lîstikên siyasî û berjewendiyên xwe yên biçûk berdin û tevlî civînan bibin.
Li parlamentoya Kurdistanê 5 parlamenterên turkmen hene ku kursiyek para Eniya Turkmenî ye. Ji ber wê jî Qehweçî diyar kir ku Eniya Turkmenî nikare bi navê hemû turkmenên Kurdistanê biaxife.
Basnews
