Şanda hevbeş ya PDK û YNKê li gel balyozên welatên biyanî civiya
Di civîna han de şanda hevbeş behsa biryara aliyên siyasî yên Kurdistanê ya derbarê refrandoma serbixweyiya Kurdistanê de li gel balyoz û nûnerên welatên biyanî kir û di vê çarçoveyê de jî bi awayekî berfire behsa dîroka çê kirina Îraqê, ez zilm û karesatên ku ji aliyê hikûmetên Îraqê ve bi dirêjahiya dîrokî derheq bi gelê Kurd hatine kirin hate kirin.
Di vê civîna han de şanda Kurdistanî bi fermî raya giştî ya cîhan û welatên ku nûneratiya wan li Kurdistanê de heye ji biryara gelê Kurdistanê hayedar kir.
Weke tê zanîn niha li Kurdistanê de zêdetir ji 36 welatên cîhanê balyozxaneyên xwe vekirine û çend welatên din jî xwedan nûneratiya xwene li Kurdistanê de.
