• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya:Em beşdariyê di êrîşên Amerîka li ser Sûriyê de nakin

Almanya:Em beşdariyê di êrîşên Amerîka li ser Sûriyê de nakin
Wezareta Parastina Almanyayê ragehand ku, firokeyên wan di operasyonên Amerîkayê de li dijî rejîma Sûriyê beşdar nabin.

Wezîra Parastina Almanyayê Ursula Von der Leyen ji tora Swr a Almanî re daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, firokeyên welatê wî di hevpeymaniya navnetewî de tenê bo şerê DAIŞê ne, da zanîn ku, ew beşdarî operasyonên Amerîkayê li ser Sûriyê de nakin.

Herwiha Wezareta Parastina Almanyayê Ursula Von der Leyen tekez kir ku, firokeyên welatê wê tenê şerê terorê dikin û ti pêwendiya erkê wê bi pirsa bikaranîna çekên Kîmyawî li Sûriyê nîne.

Wezîra Almanî aşkere kir ku, Amerîkayê berî encamdana êrîşa xwe li dijî firokxaneya El- Şiêrat li Sûriyê ti alîkarî ji wan nexwestiye.

Basnews
Top