• Sunday, 22 February 2026
logo

“Guhartina destûrê, benda hilbijartinê dibe ji sedî 50”

“Guhartina destûrê, benda hilbijartinê dibe ji sedî 50”
Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Osman Baydemîr dibêje, bi guhertina destûrê, benda hilbijartinê ji sedî deh bilindî dibe ji sedî 50.

HDP di çarçoveya bangêşiya referandumê de li bajarê Edene mîtîngek dar xist. Di mîtingê de Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û got, disthilat dixwaze, ji ber ku bindest beşdarî rêveberiyê nebin, benda hilbajirtinê ji sedî 10 bilindî dikin ji sedî 50.

Baydemîr got, helbet pêwîstî bi destûreke nû heye û divê ji bo derdê gelan bibe derman, lê ev guhertin, berovajî dermanê, fermana gelan e.

Herwiha Baydemîr da xuyakirin, desthilat bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1 Mijdarê xwastin HDPê bixin bin benda hilbijartinê û di 16'ê Nîsanê de careke din vê diceribînin.

K24
Top