Zaxarova: Êrîşa Amerîkayê çi peywendî bi zanîna rastîyên çekê kîmyayî ve nine
Marya Zaxarova, peyvdara wezareta derve ya Rûsyayê ragîhand: Amerîkayê bê zanîna rastîyên li dor êrîşa Xan Şêxunê, êrîşî navenda esmanî ya Şueyratê kirîye û êrîşa wan çi peywendî bi zanîna rastîyên bikaranîna çekê kîmyayî ve nîne.
Zaxarovayê got jî: Amerîka naxwaze bi van core êrîşan çi agahîyan li dor êrîşa kîmyayî bizane û çi bûyer bi vî awayî nayên guhertin.
war.tv
