Baydemîr: Dengê Na rê li ber aştiyê vedike
Partiya Gelan a Demokratîk HDPê di çarçoveya xebatên referandumê de li li bajarê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê mîtîngek saz kir.
Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Osman Baydemîr, Parlamentera Bidlîsê Mizgîn Irgat, Parlamentera Elihê Saadet Becerîklî û Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar beşdarê mîtîngê bûn.
Parlamenter û berdevkê HDPê Osman Baydemîr di mîtîngê de axaftinek kir û daxuyakirin, ku berdewamiya zindankirina Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, kudetayeke ku biser îradeya 6 miliyon kesan de hatiye kirin.
Osman Baydemîr pakêta guhertina destûrê ya dikeve ber dengdanê weke “qayyûma ser îradeya 80 milyın mirovan” binav kir û got; “Ev pakêta qayyûmê ye. Careke din em dibêjin ji qayyûmê re, ji ziqimê re û ji zilmê re Na.”
Baydemîr balkişande ser giştpiriya 16ê Nîsanê û got: “Eger dengê Na serkeve, dê gelên Tirkiyê ji belayeke herî mezin rizgar bibin û dê ev yek bihêle, ku hikûmeta Tirkiyê ji şaşiyên xwe vegere. Di heman demê de dê rê li ber aştyê bê vekirin.”
Berdevkê HDPê bi bîrxist ku 84 serokên şaredariyan di girtîgehan de ne, “Eyb û şerm e. 84 serokên şaredariyand i girtîgehan de ne. Ew kesên îradeya 7ê Hezîranê nas nakin, paşreoja xwe jî bi şerve girêdane.”
Rudaw
