• Sunday, 22 February 2026
logo

Iraq ji êrişa Amerîka bo ser Sûriyê nerazî ye

Iraq ji êrişa Amerîka bo ser Sûriyê nerazî ye
Iraq nerazîbûna xwe ji êrişa mûşekî ya Amerîkayê ya li dijî Sûriyê aşkere kir û ew yek bi pêşhateke pir metirsîdar bi nav kir.

Artêşa Amerîkayê îro danê sibê êrişeke mûşekî li dijî Sûriyê pêk anî. Di vê êriş de, 59 mûşekên balistîk ên krûz ên ji curê Tomahawk ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve hatin avêtin û Binkeya Esmaniya Elşehîrat a li Hums a Sûriyê kirin armanc.

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de helwesta fermî ya wî welatî li ser êrişa îro ya Amerîkayê bo ser Sûriyê zelal kir.

Di daxuyaniyê de ku kopîyeke wê ji Rûdawê re hatiye şandin, tê gotin: “Iraq helwestekî neguhertî li hember bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê heye û weke tawaneke kirêt dibîne û ew yek jî pêşhateke metirîdar e.”

Herwiha di vê daxuyaniyê de hatiye gotin: “Hevdem li gel nîşandana hevxemiya xwe bo qurbaniyên wê tawanê, em helwesta xwe dubare dikin ji bo her hewleke navdewletî bo ceakirina bikerên wê tawana kirêt.”

Wezareta Derve ya Iraqê herwiha ji bo dubarenebûna tawanên bi wî cureyî, daxwaza lêkolîneke navdewletî ya bê alî û hûr ji bo diyarkirina wan aliyan dike, ku li Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne.

Di heman daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Iraqê nîgeraniya xwe ji encamana êrişa Amerîkayê ya li dijî Sûriyê aniye ziman û ew êriş weke pêşhateke metirsîdar bi nav kiriye.

Herwiha tekezî li ser wê yekê jî hatiye kirin: “Ew destwerdan û rêkarên bilez bandoreke nerênî dibe ser şerê li dijî terorê, bi taybetî ku Iraqê geelk qurbanî di ber wê yekê de daye û di qonaxa dawiyê de ye.”

Roja sêşemiya vê heftiyê 4ê Nîsanê, bajarokê Xan Şêyxûn a ser bi parêzgeha Idlib a Sûriyê rastî çekên kîmyayî hat, ku di encamê de zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan, ku piraniya wan zarok, bebikîên sava û jin bûn.

Herwiha di heman êrişê de, zêdetirî 500 kesan jî birîndar bûn, ku birîna gelek ji wan dijwar e.

Rudaw
Top