HDPê: Şermek mezine Erdogan hevrikê xwe xistîye zîndanê
Osman Baydemîr peyvdarê HDPê di çarçovê propaganda referandoma destûrî da li bajarê Bidlîsê got: şermek mezine ku Erdogan hevrikê xwe Demîrtaş xistîye nava zîndanê da, ev jî amajeyeka rone ku Erdogan ji sîyasetmedarên Kurd di tirse û nikare hevrikîya wan bike.
Got jî: AKPê dixwaze bi rêya referandoma destûrî, kodetayê bike û bi milyonan kesan li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê, bê deng bike.
War.tv
