Elî Ewnî: Parlamento çalak jî be Gorran deng nade serxwebûna Kurdistanê!
Endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha Tevgera Gorran şerê ku dike şerekî ne pêwîst e.’’
Herwaha got; ‘’Bi vê rêyê ve dixwaze nexwastina xwe ya serxwebûna Kurdistanê bide berdewam kirin û heskirin û alîgiriya xwe ya ji bo Iraqê veşêrin. Ez piştrastim eger parlamento bê çalak kirin jî dê astengiyan bixin pêş serxwebûnê û deng nadin serxwebûna Kurdistane, tenê xelkê mijûl dikin, ew tenê kar li ser bê hêvî kirina hemwelatiyên Kurdistanê dikin.’’
Elî Ewnî amaje bi vê yekê jî dike ku, berî naha Tevgera Gorran axaftin li ser vê yekê dikirin ku digotin pirsgirêk bûne kesî, lê naha çarenivîsa gelekê bi vegera Yusif Mihemed ve girêdane, lê çarenivîs gelekê giringtir e û got: ‘’Hemû welatên serxwebûn ragehandine jî li benda parlamentoyê nemane, ji ber li gel wan ava bûna dewletê û şûnde parlamento bi nirxe. Tişta ku heta naha rêgir bûye li pêş serxwebûna Kurdistanê nebûna parlamentoyê û çalak nebûna parlamentoyê nebûye, ji ber ew bi gotinên çar erebên şovenîst dest li her tiştekî berdidin.’’
Tevgera Gorran ragehandibû bo referandoma serxwebûna Kurdistanê pêwîstî bi hevdîtinên partiyan nake, divê parlamento bê çalak kirin û hevdîtinên jibo referandoma serxwebûnê red kiribû.
Basnews
