Îranê êrîşa Amerîkayê şermezar kir
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî bi daxuyaniyekê ragihand; “Komara Îslamî ya Îranê weke mezintirîn mexdûrê çekên kîmyayî ya dîroka serdemê de, bêyî cudahî sûdwergirtin û bikaranîna çekên kîmyayî qebûl nake.”
Qasimî herwiha êrîşa bi mûşekî ya Amerîkayê jî şermezar kir û got; “Hemû pêngavên yekalî û êrîşa Amerîkayê ya bi mûşekî ya li hember Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya Sûriyê şermezar dikin. Ev yek dibe sedema bihêzbûna terorîstan, alozbûna rewşa Sûriyê û herêmê.”
Roja 4ê Nîsana 2017ê bajarokê Xan Şêxûn a parêzgeha Idliba Sûriyê rastî êrîşeke esmanî hat û di êrîşê de çekên qedexekirî hatin bikaranîn.
Di encama êrişê de nêzîkî 107 sivîlan jiyana xwe jidest dan. Di nav wan de zarok û jin hebûn û zêdetirî 560 kesan jî birîndar bûn.
Li hember vê îro înê saet 04:00ê danê Kurdistanê, Artêşa Amerîkayê ji Derya Spî ji her du gemiyên USS Porter û USS Ross ve 50-60 mûşekên Tomahawk avêtine Binkeya Esmanî ya Elşerîhe ya li parêzgeha Hums a Sûriyê.
Li ser vê êrişê, Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Min fermana êrişeke wisa li dijî embarên çekên Sûriyê da.”
Brîtanya, Awûrtalya û Erebîstana Siûdî jî piştgirî dane vê êrîşê.
Rudaw
