Lîwayeka pêşmergên Turkman tê avakirin
Şaxewan Ebdulla ragîhand; hijmareka mezin ya gencên Turkman li sînorê parêzgeha Kerkûkê dixwazin bibin pêşmerge, daxwaz jî ji serokê herêmê jî hatîye kirin, lîwayeka pêşmergeyên Turkman damezrînin.
Aşkere jî kir; serokê herêmê li ser wê yekê razî bûye, lê ji ber qeyrana darayî heta niha ew ferman nehatîye bicîhanîn.
Got jî: gavên avakirina hêzên pêşmerge ji pêkhateyên herêma Kurdistanê di çarçovê wezareta pêşmerge da, wê yekê dîyar dike ku pêşmerge mulkê hemû herêmê ye û bi hemû pêkhateyan ve.
Şaxewan Ebdulla ragîhand; hevtgihiştinek di navbera hevpeymanan û herêma Kurdistanê da heye, ku hêz ji pêkhateyên Ereb, Êzîdî, Turkman, Şebek û Xirîstîyanan di nav wezareta pêşmerge da bên pêkanîn, daku deverên xwe bi parêzin.
War.tv
