• Sunday, 22 February 2026
logo

Mûsil: Daişê helîkoptereka Îraqê xist xwarê

Mûsil: Daişê helîkoptereka Îraqê xist xwarê
Hikûmeta Îraqê ragîhand: terorîstên Daişê helîkoptereka Îraqê li Mûsilê xist û herdu frokevanên wê jîyana xwe ji dest dan.

Li gorî agehîyên ajansa Esoşyeytêd prêsê, îro terorîstên Daişê helîkoptereka Îraqê li rojhilatê bajarê Mûsilê xistîye û di encam da herdu frokevanên wê helîkopterê jîyana xwe ji dest da.

Polîsekî Îraqê jî dîyar kir: ew helîkopter ji alîyê terorîstên Daişê ve ketîye xwarê.

Welatîyên sivîl yên li cihê bûyerê da zanîn: helîkopter ketîye taxa Muhendisîn û supayê Îraqê qedexeya hatinuçûnê li wê taxê ragîhandîye.

War.tv
Top