• Sunday, 22 February 2026
logo

Bi sedan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane

Bi sedan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane
Fermandeyên Pêşmerge dibêjin, bi sedan çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane û tevlî Pêşmerge bûne.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ji BasNewsê re got, gelek çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane û tevlî refên Pêşmerge bûne.

Haşim Sîteyî her wiha got, ew çekdarên ku ji PKKê vediqetin, perwerdeya serbazî dibînin û navê wan wek pêşmerge tê tomarkirin.

Fermandeyekî din yê Pêşmerge bi navê Qasim Dirbo jî ji BasNewsê re got, heta niha derdora 650 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane û bûne pêşmerge.

Qasim Dirbo her wiha got, veqetiyana çekdarên YBŞ (baskê PKKê li Şingalê) didome. Navê 450 ji wan çekdaran wek pêşmerge hatiye tomarkirin, yên din jî dê bên tomarkirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku cihê PKKê li Şingalê nemaye, divê êdî PKK vê yekê bibîne.

Basnews
Top