• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK-T: Kerkûk dilê Kurdistanê ye, referandûm rewa ye

PDK-T: Kerkûk dilê Kurdistanê ye, referandûm rewa ye
Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDK-T) bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgiriya xwe bo Serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê ragihand.

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyê li avahiya xwe ya li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Berdevkê PDK-T Şerefxan Cizîrî di civînê de amaje kir ku Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî cara yekem aniye zimên ku Kerkûk dilê Kurdistanê ye û pêşmergeyên qehreman ji bo Kerkûkê xwîna xwe rijandine û Kerkûk bi nasnameya xwe bajareke Kurdistanî ye.

Di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de hat amajekirin ku, ev yek mafeke rewa yê Kurdan e û şert û merc jî vê yekê pêwîst dike ku Kurd di derbarê çarenivîsa xwe de biryara xwe bidin.

K24
Top