Esed: Nexşeya Sûriyê namîne
Di hevpeyvîneka xwe ya li gel rojnameya Vecernji List a Kirwatyayê Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, eger di şerê xwe yê li dijî grûpên terorist de bi sernekevin nexşeya Sûriyê ya niha dê namîne.Da zanîn ku, serkeftina wan jî wê serkeftin li ser wan welatên piştgiriya terorê jî dikin be.
Herwiha Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed aşkere kir ku, ti bijardeyên din li pêşiya wan tûnene û divê ew di wî şerî de bi serbikevin eger na ti welat bi navê Sûriyê nemîne.
Tê zanîn ku, rejîma Sûriyê û alîgirên wê ji mîlîşyatên Hizbulah, Necba û pasewanên Îranê, herwiha Rûsyayê jî bi hemû hêza xwe piştgiriya Esed di şerê navxweyî yê li Sûriyê li dijî opozîsyona wî welatî de dikin.
Basnews
